BI DÎMEN

Çeteyan navenda çandiniyê veguherandin baregeha şer

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demki ya Şamê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, navenda çandiniyê veguherandin baregeha tank û çekên giran.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parvekirine, komên çete yên ku sê roj in êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin navenda çandiniyê veguherandine baregeha şer.

Li gorî dîmenên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine weşandin, tê dîtin ku navenda çandiniyê veguheriya baregeha şer û çekên giran û tank lê hatine bicih kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku êrîşên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji vê navendê tên kirin.

Li gorî hiqûqa navneteweyî qadên sivîl û xizmetê nabe bi armanca êrîşan bê bikaranîn.