Komên çete careke din êriş birin ser taxên Helebê
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve yên di nava hikumeta veguhêz de ne, ji doh ve êrişên giran dibin ser taxên Helebê.
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve yên di nava hikumeta veguhêz de ne, ji doh ve êrişên giran dibin ser taxên Helebê.
Çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve perwerde dîtine û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Ji doh êvarê ve êrişên li dijî navborî bi çekên giran û tankan didomin.
Di êrişên doh de 1 jê zarok 4 sivîl hatin qetilkirin, zarok û extiyar jî di nav de herî kêm 38 sivîl birîndar bûn.