Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Binesaziya sivîlan tê hedef girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku li dijî bombebarana tund a bi tank û topan ên komên çete li ser Helebê, berxwedan dewam dike.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di roja 3ˊyan de êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin.

Hêzan diyar kir ku niha li çerxerêya yekem a taxa Eşrefiyê pevçûnên dijwar rû didin, endam bi awayekî birêxistinkirî û xurt bersiva hewldanên ketina çeteyan li taxê didin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete bi zanebûn êrişî binesazî û taxên şêniyan dikin, çend car e Nexweşxaneya Xalif Fecir hat topbarankirin, kehrebe li ser nexweşxaneyê qut bû. Di encama êrişan de wêraniyek mezin bi taxan bûn û hejmarek welatî ji ber êrişan di bin kavilan de ne.

Ev êrişên berdewam gefan li jiyana welatiyan dixwin, karesata mirovî kûr dikin.