Hikumeta veguhêz êriş bir ser Siwêdayê

Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê diyar kirin ku hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bikevin bajarokê Mensûrayê, di encama bersivdanê de şer derket û şervanekî wan jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta demkî di saetên serê vê sibehê de ji bajarokê Mensûrayê, eniya bakurê rojavayê bajar topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama topbaranê de şervanekî Hêzên Parêzvanên Nîştimanî hat kuştin.

Fermandariyê daxuyand ku "Di heman demê de komeke dijber ji bajarokê Mezrayê hewl da li bajarokê Mecdelê bikeve nuqteyeke leşkerî, piştre bi dronan êriş kir. Hêzên me hewldan têk bir,  maşîneyeke koma êrişkar îmha kir û rewşa meydanî li hemû eniyan kontrol kir."