Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
"Di êrîşa çeteyên ser bi hikumeta veguhêz ve ya li ser Dêr Hafira Tebqayê de, di nav de zarok jî hene 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn."
"Di êrîşa çeteyên ser bi hikumeta veguhêz ve ya li ser Dêr Hafira Tebqayê de, di nav de zarok jî hene 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn."
Komên çete bi dron û topan êrişî bajarê Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, di encamê de 6 welatî di nav de zarok şehîd bû û hejmarek welatî jî birîndar bûn.
Komên çete êrişî derdora deriyê, derdora Nexweşxaneya Raid, nêzî firna Dêr Hafirê kir, bi wê re gelek zirar çêbûn.
Navên şehîdan: Selah Îd El Eyûb (25)
Usama Îd El Eyûb (16)
Ebdullah Ebdulqadir (15)
Melak Rakan El Cerab (12)
Mihemed Cerab El Tirîbî (30)
Cuma Ehmed El Cuma (20)