Konvoya ji birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîşt qadên Rêveberiya Xweser

Konvoya ji cenazeyên şehîdan û birîndaran ên piştî agirbesta li Helebê bi rê ket, gihîşt qadên Rêveberiya Xweser û birin nexweşxaneyan.

ÊRIŞÊN LI HELEBÊ

Konvoya ji cenazeyên şehîdan û birîndaran ên piştî agirbesta li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rê ket, gihîşt qadên Rêveberiya Xweser û birin nexweşxaneyan. Birîndar ji bo bêne dermankirin sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Bi sedan kesên ku ji bo piştgiriya bi Helebê re ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ketin, li pêşiya Dêr Hafirê ya Tebqayê konvoy pêşwazî kir.

Tîmên Heyva Sor a kurd ên li herêmê birîndar rakirin nexweşxaneyan û dest bi tedawiyê kirin.