QSD: SIHA’yên Tirk êrîşî Dêr Hafirê dikin

QSDˊê diyar kir ku balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Dêr Hafirê ne û di 2 rojên borî de 6 caran deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskenê bombebaran kirin.

rojên borî de 6 caran deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskenê bombebaran kirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirk a dagirker êrişî Dêr Hafir û Meskenê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku "Di çarçoveya aloziya leşkerî ya berdewam li ser herêma Dêr Hafirê ji hêla komên Şamê ve, balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin, êrişî herêmê dikin.

Piştî danê nîvro balafirên Akincî li asîmanê bajarê Dêr Hafirê ku mûşek hilgirtibûn hatin dîtin. Van balafiran di 2 rojên borî de zêdetirî 6 caran deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskenê bombebaran kirin."