ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Sirîn bi drone hat bombebarankirin
Droneke çeteyên hikûmeta demkî çerxerêya bajarê Sirînê yê kantona Firatê bombebaran kir. -
QSD: Li derdora girtîgeha Eqtan a Reqayê pevçûn didomin
QSDˊê ragihand ku ji 3 rojan ve hêzên wan bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku girtiyên rêxistina DAÎŞˊê yên li girtîgeha Eqtan a Reqayê ber bi cihên ewle ve veguhêzin, lê koalîsyon tu gavên pratîkî neavêtine, heta vê kêliyê pevçûn dewam dikin. -
Foza Yusif: Divê gel ji îhtîmalan re amade be
Endama Desteya Serokatiya PYDˊê Foza Yûsif bang li hêzên Kurdistanî kir ku li hember xeteriya qirkirinê seferberiya giştî ragihînin. -
QSD: Girtîgeha Şedadê ji bin kontrola hêzên me derket
QSDˊê ragihand ku ji saetên sibehê ve komên çete yên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Şedadê ya başûrê Hesekê ku tê de bi hezaran çeteyên DAÎŞˊê hene dikin, şervanên QSDˊê gelek caran êrişên wan têk birin, lê niha girtîgeh ji bin kontrolê derketiye. -
Hesen Şero: Şaneyên çeteyan dixwazin li Cizîrê tevliheviyê derxin
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku şaneyên çeteyan dixwazin li kantonê tevlîheviyê çêbikin. -
Mazlûm Ebdî gihîşt Şamê
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtina bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed Şara re bike, gihîşte Şamê. -
QSD’ê wesayîteke çeteyan a bi doçkayan hatî barkirin, îmha kir
QSD’ê wesayîteke çeteyên Hikûmeta Demkî ya bi doçkayan hatî barkirin, li ser rêya Reqayê îmha kir. -
Çete hewl didin Kobanê dorpêç bikin
Çeteyên hikumeta demkî hewl didin bajarê Kobanê dorpêç bikin, li ser vê yekê li derdora Eyn Îsayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrîşan didin. -
2 şehîd li Kobanê hatin veşartin
Xelkê Kantona Firatê cenazeyê 2 şehîdan spart axê, du şehîd jî bi bîr anî. -
Çeteyan navenda Heyva Sor a Kurd a li Erîşayê şewitand
Çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarokê Erîşa ya Hesekê şewitand. -
QSD: Li derdora Girtîgeha Şedadê şerekî dijwar diqewime
QSD’ê ragihand ku li derdora girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hesekê ya Kantona Cizîrê ku tê de bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê hene, şer diqewime. -
Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiya
Gelê Til Hemîsê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ragihand ku QSD hemû pêkhateyan temsîl dike, bi saya QSD'ê ew di nava aramî û ewlehiyê de ne. -
Kongra Star û rûspiyên Dêrikê piştgirî dan QSD’ê
Kongra Star û Rûspiyên bajarê Dêrikê, diyar kirin ku ew tevlî banga seferberiya giştî ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk nîşan dan. -
Êriş dewam dikin, li girtîgeha ku DAÎŞ'î lê girtî ne şer diqewime
QSD'ê diyar kir ku Hikumeta Şamê ya Veguhêz li gel biryara 'agirbestê' jî li Eyn Îsa, Şeddadê û Reqayê êrişan dike û li girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne şer diqewime. -
'Divê îro herkes destketiyên şoreşê biparêze'
Endamên Deste û Meclîsên Kantona Cizîrê, diyar kirin ku ew tevlî banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatî ragihandin dibin û gotin ew ê di her şert û mercî de parastina ax û destketiyên şoreşê bikin. -
Çeteyên HTŞ'ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê
Piştî êrişa çeteyên HTŞ'ê li Eyn Îsayê şerekî giran destpê kir. -
Ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga piştgiriyê
Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo alîkariya bi koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê banga piştgiriyê kir. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Bêyî xweparastinê aştiyeke rasteqîn nabe
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir ku bêyî xweparastinê aştiyeke rasteqîn nabe. -
Çeteyên HTŞ'ê ji bo çeteyên DAÎŞ'ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Şamê bi drone û çekên giran êrişê dibin ser Girtîgeha Reqayê ku çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne. -
Îlham Ehmed: Nûçeyên derewîn têne weşandin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed got, "Ji gelê me rica dikim ku baldar be. Têkildarî 'komkujiyên Hesekê' nûçeyên derewîn têne belavkirin û hêzên dijmin van nûçeyan diweşînin." -
Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê 2 jinên Kurd qetil kirin
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li taxa Dirî ya Reqayê 2 jin qetil kirin. -
Mazlûm Abdî: Em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, “Em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê tişta ji destê me tê bikin, hêza me heye” û diyar kir ku ew ê sibê bi Şamê re hevdîtin bikin. -
Perwîn Yusif: Binexalên peymanê hene, Mazlûm Ebdî wê daxuyaniyê bide
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yusif got, “Wê agahiyên der barê çawabûna peymanê de werin parvekirin. Hikûmeta Şamê hin xal parve kirin lê binexalên wan xalan hene” û diyar kir ku Mazlum Ebdî wê di deqeyên pêş de daxûyaniyê bide. -
Gel di nobeta xweparastinê de ye
Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Qamişlo û xelkê gundê Zihêriyê yê bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya QSDˊê di parastina herêmê de tevlî seferberiya giştî bû. -
Di navbera QSD û Şamê de peymana “agirbes û entegrasyonê” hate ragihandin
Piştî civînên siyasî yên li Hewlêr û Şamê bi navbeynkariya Amerîkayê, di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymaneke agirbest û entegrasyona tam hate ragihandin. QSD’ê hîna derbarê peymanê de daxuyanî nedaye.