Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiya

Gelê Til Hemîsê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ragihand ku QSD hemû pêkhateyan temsîl dike, bi saya QSD'ê ew di nava aramî û ewlehiyê de ne.

Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê tevî nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyan bi meşekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Meşê ji pêşiya avahiya meclisê dest pê kir. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên "Em hemû QSD ne", "QSD îradeya me ye" hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Geracê sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Li wir hevşaredarê Til Hemîsê Nasir El Bedran axivî û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koçberkirina xelkê wê û xirabkirina binesaziya wê şermezar kirin.

Nasir El Bedran destnîşan kir ku êrişên li ser sivîlan û hêzên wê yên ewlehiyê sûcekî şer e û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

El Bedran piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û da zanîn ku QSD nûnertiya tevahiya pêkhateyan dike.

Bi navê Kongra Star Hojîn El Ebdullah jî axivî û bal kişand ser guhertinên bilez ên li herêmê rû didin, nebûna lihevkirinên zelal, tevlihevî û şerê medyayê ku hikumeta demkî dimeşîne.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê Ebduselam El Xenam jî bang li hikumeta demkî kir ku êrişên xwe li ser herêmê rawestîne û diyalogan esas bigire.

Bi navê eşîrên Til Hemîsê Îdan El Mihemed jî got eşîr piştgiriyê didin QSD’ê. Her wiha êriş û xiyanetên ku li hin herêmên çêdibin şermezar kirin û got tu têkiliyên van kiryaran bi taybetmendiyên eşîran re tune ne.

Meş bi dirûşmên "Em hemû QSD ne" û "QSD hêviya gelan e" bi dawî bû.