Çeteyan navenda Heyva Sor a Kurd a li Erîşayê şewitand
Çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarokê Erîşa ya Hesekê şewitand.
Çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê navenda Heyva Sor a Kurd a li bajarokê Erîşa ya Hesekê şewitand.
Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê amûrên tibî û lojistî yên Navenda Heyva Sor a Kurd a bajarokê Erîşa yê gundewarê başûrê Hesekê dizîn, talan kirin û şewitand.
Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku çeteyên bi awayekî hovane êriş bir ser navenda ku xizmeta gel dikir. Di encamê de navend bi temamî ji xizmetê derket û şênî ji xizmetên mirovî yên bingehîn mehrûm bûn.
Ev êriş, di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên li dijî saziyên mirovî û xizmetguzarî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên, ku derbeyê li aramiyê û hewldanên alîkariyê bidin.
Di dîmenan de dengê şêniyên herêmê yên nerazîbûna li hember pêkanînên çeteyan heye û dibêjin ev pêkanîn dûrî nirxên mirovî û exlaqî ne û armanca çeteyan tenê dizîn û talaniya malên giştî ye.