Hesen Şero: Şaneyên çeteyan dixwazin li Cizîrê tevliheviyê derxin
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku şaneyên çeteyan dixwazin li kantonê tevlîheviyê çêbikin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku şaneyên çeteyan dixwazin li kantonê tevlîheviyê çêbikin.
Di demekê de di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agirbest hatiye ragihandin komên çete yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê û Şedadê ku girtîgeha çeteyên DAÎŞ`ê li wir e, êrîşan didomîne.
Der barê mijarê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero ji me re axivî.
Hesen Şero diyar kir ku agirbest bi awayeke eşkere ji aliyê komên çete yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tê binpêkirin, bi taybet niha êriş li Şedadê hene.
Hesen Şero da zanîn ku gelek şaneyên girêdayî komên çete yên hikûmeta demkî dixwazin li Kantona Cizîrê tevliheviyê derxin.