Êriş dewam dikin, li girtîgeha ku DAÎŞ'î lê girtî ne şer diqewime
QSD'ê diyar kir ku Hikumeta Şamê ya Veguhêz li gel biryara 'agirbestê' jî li Eyn Îsa, Şeddadê û Reqayê êrişan dike û li girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne şer diqewime.
QSD'ê diyar kir ku Hikumeta Şamê ya Veguhêz li gel biryara 'agirbestê' jî li Eyn Îsa, Şeddadê û Reqayê êrişan dike û li girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne şer diqewime.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevî lihevkirinên agirbestê yên ragihandî û daxuyaniyên der barê wê de jî, çekdarên hikumeta Şamê êrişên xwe li ser hêzên me yên li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê didomînin.
Di van kêliyan de li derdora girtîgeha Eqtan a li Reqayê ku girtiyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst tê de hene, şerekî giran di navbra hêzên me û wan koman de rû dide. Ev yek xetereyeke mezin çêdike.
Em ji raya giştî re radigihînin ku asta gefan zêde dibe, nemaze ku ew kom hewl didin xwe bigihînin girtîgehê û dest deynin ser. Ev yek wê rewşeke xeternak bi xwe re bîne ku gefê li îstiqrarê çêke û rê li ber vegera tevlihevî û terorê veke.
Em vê rewşê bi raya giştî re parve dikin. Em aliyên êrişkar wek berpirsên her encameke karasetî ku bi domandina van êrişan re derkevin, dibînin."