Fermandarê QSD’ê: Em ê alîkariya ji destê me tê bikin

Ji fermandarên QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û got ku ew ê her curê alîkariya ku ji dest wan tê bikin.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo, têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û berxwedana li dijî van êrişan, peyamek bi dîmen weşand. 

Sîpan Hemo, da zanîn ku ji 5’ê Çileyê ve li ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê êriş pêk tên û got: “Herdu tax biyaniyên van êrişan nîn in, lê vê carê êrişek pir hovane heye.”

Sîpan Hemo destnîşan kir ku dinya van êrişan ji nedîtî ve tê û bêdengî şermezar kir.

‘EM BAWER DIKIN KU DÊ SERKEFTIN A GEL BE’

Hemo diyar kir ku berxwedan li Şêxmeqsud û Eşrefiyê bûye çandek û got: “Dema dibêjin Eşrefiye û Şêxmeqsud tenê berxwedanî tê bîra mirov. Em bawer dikin gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê wê di vê berxwedana xwe de jî hemû planên dijminan têk bibin, wê serkeftinê bikin aydê xwe û ya gelê Kurd.”

Fermandar Sîpan Hemo, bibîr xist ku wan weke QSD’ê di çarçoveya Peymana 1’ê Nîsanê (2025) de hêzên xwe ji herdu taxan kişandine û wiha dom kir: “Li wir meclisa taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ewlekariyan taxan digirin.”

Sîpan Hemo anî ziman ku Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê îro (9 Çile) bi daxuyaniyekê eşkere kirine ku ew ê berxwedan û sekna xwe ya rûmetê bidomînin. Hemo diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya meclisê û wiha dom kir: “Ji destê me were, emê alîkariya wan bikin. Mafê tu kesî nîn e ku gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji cihê wan derxîne. Gel wê  li taxên xwe xwedî derkevin û planên dijmin têk bibin. Ez tevahî şervanên li çeperan şer dikin û sekna gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê silav dikim. Em dibêjin ku ev berxwedan wê biser bikeve.”