Di Nexweşxaneya Xalid Fecir de gelek xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin!

Çeteyên hikumeta demkî bi dijwarî êrîşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşan de gelek xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin.

Komên çete bi dijwarî êrîşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê kir, di encamê de hejmarek xebatkarên tenduristiyê şehîd bûn.

Bi tank, hawan û mûşekan navendên tenduristiyê tên topbarankirin, bi wê re zirarên mezin bi nexweşxaneyê bûn.

Di nexweşxaneyê de bi dehan birîndar û nexweş ji zarok, jin û temen mezin hene. Tîma tibî jî diyar kir ku hejmarek xebatkarên wan şehîd û birîndar bûn.

Bi van êrişên bênavber jiyana bi dehan welatiyên birîndar di xeteriyê de ye.