Ji Siwêdayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siwêdayê êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û bang kir ku hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de daxuyaniyek weşand.

Komîteyê êriş bi tundî hatin şermezar kirin û diyar kri ku ev êriş binpêkirineke aşkera ye qanûnên navneteweyî yên mirovî û rêgezên parastina sivîlan di demên şeran de ye.

Komîteyê  piştgiriya xwe bi mafên rewa yên şêniyan van taxan  nîşan da û girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê vegot.

Komîteyê di daxuyaniyê de banga rawestandina şer û parastina sivîlan kirin. Her wiha bang li saziyên hiqûqî û mirovî kir ku binpêkirinan belge bikin û hesab ji berpirsên van êrişan bipirsin.