Koçberên Efrîn û Şehbayê ber bi avahiya NY’ê ve meşiyan

Koçberên Efrîn û Şehbayê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xistin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina êriş û komkujiyên ku komên çete yên girêdayî hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê pêk tînin, piştgiriya berxwedana gel, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kom bûn.

Çalakvanên ku ji zarok, jin, mêr, kesên bi temenmezin pêk dihat, di kombûyînê de navên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berz kirin. Bi gotina sloganên “Şêxmeqsûd bi te re heta mirinê”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî Hêza Rizgariya Şêxmeqsûd” û “Bijî Berxwedanan Asayîş” daxwazên xwe anîn ziman.

Çalakiyên protestokirina êrişan û piştgiriya berxwedana gel, bi gelek şêwazan berdewam dikin.