Gel hewl dide xwe bigihîne nexweşxaneya di bin metirsiya komkujiyê de

Jiyana 100 birîndarên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku jin, zarok û kesên pîr jî di nav de ne, di bin xeteriyê de ye. Gel dixwaze xwe bigihîne nexweşxaneyê, lê ji ber bombebarana SÎHA’yên Tirk nikare.

Bombebarana komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud bi dijwarî didome. Dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên SÎHA herêmê bombebaran dike. Li hemberî êrîşan berxwedana hêzên parastina taxê jî berdewam dike. 

Hat ragihandin ku ji ber êrişan, jiyana nêzî 100 birîndar, zarok, jin û kesên pîr ên li nexweşxaneyê di xeteriyê de ye, metirsiya komkujiyek mezin heye.

Nat diyarkirin ku şêniyên taxê hewl didin ku kom bibin û xwe bigihînin nexweşxaneyê ku birîndar, zarok û jinan xilas bikin. Lê ji ber êrîşên balafiran û çeteyan xwegihandina nexweşxaneyê gelekî zehmet bûye.