Ji Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd sererastkirin: Fermandarê me Azad Heleb şehîd neketiye

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê daxuyaniyeke sererastkirinê weşand û diyar kir ku fermandarê wan Azad Heleb şehîd neketiye.

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê daxuyaniyeke sererastkirinê têkildarî daxuyaniya xwe ya nava rojê da.

Daxuyaniya ku tê ragihandin ku fermandar Azad Heleb şehîd neketiye, bi vî rengî ye:

"Beriya niha me ragihand ku endamê fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye.

Ji ber şertê giran yên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û rexmî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.

Lê belê hate zelalkirin ku hevêyê me Azad Heleb şehît neketiye. Pêwendî pê re hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle."