Komkujiya li Şêxmeqsûdê li Dêrazorê hat şermezarkirin

Gelê kantona Dêrazorê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî xelkê taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine, şermezar kirin û bang li Hêzên navneteweyî kir ku sûcdaran ceza bikin.

Meclisên Bajarên Kesra û Hecînê yên kantona Dêrazorê bi daxuyaniyek hevbeş li ser navên xelkê, rewşenbîr û rûspiyan êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine, şermezar kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzriyê ya Meclisa Kesra Ehmed el Cirês û endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hecînê Neda El Colan daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyên de êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî gelê taxên Helebê û koçberkirina sivîlan şermezar kirin û got "Ew sûcek dermirovî ye."

Meclisan di daxuyaniyê de anî ziman ku bêdengiya navneteweyê rê li pêş dubarebûna komkujiyan vedike û destûrê dide çeteyan.

Di dawiyê de dewleta Tirk a dagirker berpirsa yekemîn a van komkujiyan hat dîtin.