Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sedan kes hatin revandin

Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sedan kes revandin. Li gorî agahiyan çeteyan jin birin mizgeftan, mêr jî birin devereke nayê zanîn.

MIROVÊN LI HELEBÊ HATIN REVANDIN

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên taybet, çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê vê sibehê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sedan kes revandin. Çeteyan jin mirin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan li benda kontrolê ya Ewaridê bi dehan ciwan revandin. Navê hin ji kesên hatin revandin bi vî rengî ne: Mistefa Eyûb Hisên, Adil Mistefa Hisên, Ziyad Mistefa Hisên, Şengiyar Mistefa Hisên, Rêzan Hisên Hesen, Neîma Şukrî Nasan, Aslan Mihemed Ebdela El Hdî, Edhem Mihemed Ebdela Dl Hadî, Cemîl Mistefa û Mihemed Ehmed Hemo.