Heyva Sor a Kurd: Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûdê hatin derxistin

Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê derxistine û got; "Hîna peywendî berdewam in, ger agahiyên rast ên li ser birîndarên din hebin, werin derxistin."

Di çarçoveya koordînaya di nava Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê de, duh (şemî) nêzî 100 birîndarên sivîl û leşker ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin derxistin.

Der barê mijarê de hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa wiha got: "Di encama koordînaya hevbeş a bi Xaç Sor û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê de tîmên tibî duh nêzî 100 birîndarên leşker û sivîl ji taxa Şêxmeqsûdê derxistin."

Îsa anî ziman ku karwana ji 10 ambulacên Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê -Xaça Sor û 7 basên şêniyên taxê pêk tê, nêzî saet 03.30 berbanga îro, gihîşt bajarê Dêr Hafirê. Nexweş li nexweşxaneyên kantonên Tebqa û Reqayê û nexweşxaneya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hatin belavkirin."

Îsa anî ziman ku xebat li ser komkirina agahiyên li ser birîndaran tên kirin.