Ji bo şehîdên Şêxmeqsûdê li Qamişloyê mûm hatin pêxistin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û xelkên bajarê Efrînê yên li bajarê Qamişloyê ji bo bibîranîna şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm pêxistin.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê ji bo bibîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Çerxerêya Efrînê ya bajêr mûm pêxistin. 

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran dirûşmeyên "Şehîd nemir in", "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" qîr kirin û sersaxî ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re xwestin.

Ev çalakî, bi armanca piştgiriya berdewam a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşfrefiyê û dilsoziya bi fedakariyên şehîdan re hat lidarxistin.