Gelê Tebqayê serdana sersaxiya şehîd Şervan Rojvan kirin

Gelê kantona Tebqayê, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbatê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Şervan Rojvan û soza şopandina rêça şehîdan da.

Şêniyên kantona Tebqayê, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, sazî, meclis, tevgerên jin û ciwanan û hêzên ewlehiyê ber bi kampa Têkoşînê ve herikîn û sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şervan Rojvan (Dilxwaz Luqman Bekir). Şervan Rojvan di 7'ê Çile de di berxwedana li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê de şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Sayil axivî û diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên xwe berdêlên giran di oxira azadiyê de daye.

El Sayil destnîşan kir ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldana têkbirina yekitîya Sûriyeyê û pêkhateyên wê ye, ev hewldan wê li hember berxwedana gel têk biçin, fedakariyên şehîdan wê bibe bingeha avakirina Sûriyeyeke nû.

Hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Tebqayê Riyad El Walî diyar kir ku ew ê hemû hêza xwe di parastina rewa ya herêmên xwe de bikar bînin, ew ê rêya şehîdan bişopînin heta ku ewlehî û aramî pêk were.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Şervan Rojvan û radestkirina ji malbata wî re bi dawî bû.