Li Helebê welatiyan direvînin û fîdyeyê dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê direvînin û ji bo berdana wan fîdyeyê ji malbatan dixwazin.

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir, gelek kesên sivîl hatin revandin.

Çeteyên dewleta Tirk wekî li Efrînê ji bo berdana sivîlan pereyan ji malbatên girtiyan, an jî kesên dixwazin derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, dixwazin.

Jineke ku tevî 2 zarokên xwe ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, got: “Ji bo ku çete me berdin, me 700 dolar da.’’

MAL TÊN TALANKIRIN

Kurdên ku ji ber êrişan neçar man ku derkevin,, her tiştê xwe li pey xwe hişt. Komên çeteyan dikevin malan û malên welatiyan talan dikin. Li gorî şahidan çete ji welatiyan re dibêjin “Kurd wê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkevin.”