Ji ber rewşa ewlehiyê deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin girtin

Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin, biryara girtina tevahî deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heya demeke nediyar, hate dayîn.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Deriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya 32’yan derxist.

Di biryarnameyê de wiha hatiye gotin:

"Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin, li ser bingeha girtina deriyên navxweyî ji aliyê hikûmeta veguhêz a Şamê ve, her wiha ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ya ji pêr ve û encamên rasterast û metirsîdar li ser ewlehiya sivîl, karker û rêwiyên di van dergehan re derbas dibin, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Derketin û Hatinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê dide:

- Hemû deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demeke nediyar tên girtin.

- Derî ji bo rewşên mirovî yên awarte û rêxistinên mirovî tên vekirin."