Endamên Navenda Dicle û Koma Cûdî tevlî seferberiyê bûn

Endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî tevlî seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêleka QSD û YPJˊê bisekinin û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.

Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî ya Dêrkê ya kantona Cizîrê tevlî seferberiya giştî bû û li kêlek QSDˊê û YPJˊê sekinî.

Li pêş navenda Dicle daxuyaniyek hat xwendin, endaman bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û tevlî seferberiya giştî bin.