Li Tişrînê berxwedana mezin: 4 êrişên çeteyan hate şikandin

Şervanên YPJ û QSD'ê li derdora Bendava Tişrînê 4 êrişên giran ên çeteyan şikandin, 2 tank, 2 doçka, wesayiteke zirxî û qemyonek îmha kirin. Gelek çete hatin kuştin.

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ji serê sibehê ve bi awayekî dijwar êrîşi bendava Tişrîn û derdora wê dikin. 

Çeteyan bi tank, top û gelek cûreyên çekên giran û bi hejmarek mezin a çeteyan êrişî avahiyên bendavê yên şêniyan, girê Sryatêl û bendavê bi xwe kirin.

Komên çeteyan her wiha 4 caran ji gelek aliyan ve hewl dan ku bikevin bendavê û girê Sryatêl. Lê şervanên YPJ û QSD’ê her carê bersivên tund dan û derbeyên giran li çeteyan dan.

Li gorî agahiyan heta niha 4 tank, 2 seyareyên doçka, 2 seyareyek bi zirx û treksek hatin ruxandin.  Dîsa gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.