Li Tişrînê 2 çete hatin kuştin, 2 tank hatin îmhakirin, çete hewl didin birîndarên xwe radikin

Berxwedana li Tişrînê dewam dike. 2 tank û wesayiteke zirxî hatin îmhakirin, 2 çete hatin kuştin. Li Girê Suryatêlê çete hewl didin birîndarên xwe rakin.

Êrişên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Bendava Tişrînê û bejahiya wê ku li başûrê bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ye bi rengekî giran têne bombekirin.

Şervanên QSD û YPJ'ê bersiveke tund didin êrişan. Hate ragihandin ku di şerê dawî de 2 tank û wesayiteke zirxî hatin îmhakirin û 2 çete hatin kuştin.

Li heman herêmê, êrişên li ser Girê Suryatêlê dewam dikin. Li gorî agahiyan, li ser bersiva hêzên QSD û YPJ'ê gelek çete birîndar bûn. Hate ragihandin ku çete hewl didin birîndarên xwe rakin.