Li derdora bendava Tişrînê şer giran e: 10 tankên çeteyan hatin rûxandin

Li derdora bendava Tişrînê, di encama bersiva tund a hêzên QSD û YPJ'ê de 10 tank, 2 wesayitên zirxî û gelek wesayit û çeperên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê û Tirkiyeyê hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ya ANHA’yê, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk, saet di 11.30’an de bi çekên giran, wesayitên zirxî û çekên giran êrişî gundên Heci Hisên û Şêx Mehşî yên li ser xeta gire Sryatêl kirin.

Li ser êrişê şervanên QSD û YPJ’ê bersivên tund dan û di encamê de 10 tank, 2 BMB, 2 motorsiklet, 4 mewzî, 3 treks û seyareyek Toyota hatin rûxandin, gelek çete hatin kuştin. 

Têkildarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên şênber bi dest neketin.