Hewldana êrîşê ya li Eyn Îsayê hate têkbirin, li derdora Reqayê pevçûn didomin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da li gundekî Eyn Îsayê bi pêş ve werin, lê şervanên QSDˊê hewldana wan têk bir. Pevçûn nêzî 20 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê dewam dike, li navenda bajêr jî operasyonên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê didomin.