Ji QSD'ê li Şedadê tedbîrên li dijî gefa li ser ewlehiyê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldaneke çeteyan a ji bo xerakirina aramî û ewlehiya li bajarê Şedadê asteng kir û nehişt zerar li hin saziyên xizmetê bibe.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldaneke çeteyan a ji bo xerakirina aramî û ewlehiya li bajarê Şedadê asteng kir û nehişt zerar li hin saziyên xizmetê bibe.
Navenda Ragihandinê ya QSD eşkere kir ku hin şaneyên çeteyan hewl dan ku ewlehî û aramiya bajarê Şedadê li kantona Cizîrê têk bibin û çend saziyên xizmetguzariyê talan bikin.
QSD diyar kir ku hêzên wan li bajar û derdora wê operasyonên lêgerînê yên berfireh da destpêkirin, di encamê de rewş bi tevahî hat kontrolkirin û hewldan hat pûçkirin.
Di daxuyaniyê her wiha hat gotin: "Niha rewş aram e, û tedbîrên pêwîst ji bo şopandina şaneyên têkildar berdewam dikin."