Li Girê Sîryatêl 2 çalakiyên din hatin kirin: Tankek hat rûxandin, gelek çete hatin kuştin

QSD û YPJˊê li derdora Girê Sîryatêl ya Bendava Tişrînê 2 çalakiyên serkeftî hatin kirin, tankek hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên hikumeta demkî 2 çalakiyên serkeftî li derdora Girê Sîryatêl a Bendava Tişrînê pêk anîn, tankek hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Hêzên me, QSDˊê û YPJˊê 2 çalakiyên serkeftî li dijî çekdarên Şamê li derdora Girê Sîryatêl a li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn.

Di çalakiya yekemîn de, hêzan kombûneke çekdar a ku amadekariya êrişê dikir hedef girt, tangek wan rûxand. Di êrişa duyemîn de bi dronekê êrişî kombûna wan hat kirin.

Di her du çalakiyan de gelek endamên wan koman hatin kuştin û tangek bi temamî hat rûxandin.

Girêdayî mijarê, di çalakiyeke din a li gundê Hecî Hisên a herêma Bendava Tişrînê de mewziyeke leşkerî û nuqteyek kombûna çekdaran hat rûxandin."