Zêdeyî 300 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dêrikê

Zêdeyî 300 malbatên ji Reqa, Tebqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi zorê hatin koçberkirin li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê û Kampa Newrozê hatin bicihkirin.

Êrişên komên çekdar ên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Sivîl jî bi zorê têne koçberkirin.

Ji doh ve zêdetirî 300 malbatên koçber ên ji Reqa, Tebqa û taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiyê gihîştin bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê.

Hîna jî hejmar zêde dibe. Ew koçber li dibistan, mizgeftan û li kampa Newrozê hatin bicihkirin.

Koçber rûbirûyî rewşa mirovî ya dijwar in, lê saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser li Dêrikê pêdiviyan peyda dikin û cihan bi cih dikin.

Koçber Silêman Ehmed ê ji Efrînê yê ku ji Tebqayê gihîştiye kampa Newrozê destnîşan kir ku rewşa koçberan pir zehmet e û ew 4 car e koçber dibin.

Ehmed bang li dewletên cîhanê û Kurdistaniyan kir ku rê li pêş qirkirina li dijî Kurdan bigirin.