BI DÎMEN

Ciwanên Qamişlo: Em amade ne parastina xaka xwe bikin

Ciwanên Qamişlo bi banga serferberiyê re xwe bi çek kirin û berê xwe dan kolanan da ku parastina xak û gelê bikin.

Bi banga seferberiyê ku Rêveberiya Xweser li hember erîşên çeteyên dewleta Tirk ragihand, ciwanên Qamişlo çekên xwe komkirin û ji bo parastina xak û gelê xwe li kolanan belav bûne.

Ciwanê bi navê Idrîs Mihemed ji ANF’ê re axivî û wiha got, “Em weke ciwanên şoreşger ji wan çeteyan re dibêjin; 'Ev der Rojava ye û Kurdistan e, îro roja hebûn û nebûnê ye'. Em ê tevî gelê xwe li bajarê xwe bimînin û em ê bi ser bikevin"

Her wiha Idrîs bang li ciwanên Kurdistanê kir û wiha got, “Em ji ciwanên Kurdistanê re dibêjin ku em îro qebûl nakin em tevlî wê hikûmetê bibin. Ji ber ew hov in em jî nikarin hovan re bijîn. Bila Erdogan tevî hêzên navneteweyî vê baş zanibe ku em serê xwe kesî re natewînin.”