QSD'ê xwe ji Kampa Holê vekişand: Koalîsyon berpirsyariyên xwe bi cih nîne
Ji ber gefên zêde û bicihneanîna berpirsyariyên xwe yên koalîsyona navneteweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan xwe ji Kampa El Holê vekişandine.
Ji ber gefên zêde û bicihneanîna berpirsyariyên xwe yên koalîsyona navneteweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan xwe ji Kampa El Holê vekişandine.
Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Ji ber ku qada navneteweyî li pêşberî meseleya rêxistina terorê DAÎŞ'ê xemsar e û bi rengekî cidî dosyayê nanirxîne, ji ber ku civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih nîne, hêzên me neçar man ku xwe ji Kampa El Hol vekişînin û li dora bajarên bakurê Sûriyeyê jinûve bi cih bibin ku gef û rîsk li ser zêde ye."