Konvoya duyemîn ber bi Rojava ve bi rê ket
Komek ji 300 kesî ya ji Silêmaniyeyê bi rê ket, bi konvoyek ji 10 wesayitan berê xwe da Rojava.
Komek ji 300 kesî ya ji Silêmaniyeyê bi rê ket, bi konvoyek ji 10 wesayitan berê xwe da Rojava.
Di serî de Kurdistan li seranserê cîhanê gel ji bo piştgiriya bi Rojava re li qadan e. Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes serê sibehê ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re bi rê ketin.
Girseya gel serê sibehê li hev civiya û bi konvoyan bi dirûşmên berxwedanê ber bi Rojava ve bi rê ket.
Nêzî 300 kesên li pişt kampusa Zanîngeha Emerîkayê ya li bajarê Silêmaniyeyê li hev kom bû bi konvoyeke ji 10 otobusan ber bi Rojava ve bi rê ketin.