QSD'ê li ser 'Girtîgeha El-Eqtan'ê hişyarî da ku DAÎŞ'î lê têne girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku piştî çeteyan li Reqayê dor li Girtîgeha El Eqtanê girtin, av li ser girtîgehê hatiye birîn.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: "Komên girêdayî Şamê, girtîgeha El Aqtan a li bakûrê Reqayê ku girtiyên DAIŞ’ê lê dimînin, dorpêç kir û piştî ku avahiya wê rasterast bombebaran kir,  niha jî ava wê qut kir.

Li kêleka pirsgirêka tiştên xwarinê û amûrên tenduristiyê, qutkirin jî rê li ber pirsgirêka ciddi ya avê vedike.

Ev pêkanîn bi awayekî vekirî binpêkirina pîvanên mirovî ne û jiyana girtiyan jî dixe xeteriyê.

Em ji encamên mirovî û ewlekariyê ku dê ji ber vê pêkanînê derkevin holê, bi tamemî  Şamê beprisyar dibînin.

Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleyî vê rewşê bikin."