Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ'ê

Çeteyên Şam û Enqereyê yên ku xwestin êrişî bajarê Hesekê bikin, bûn hedefa şervanên QSD û YPJ'ê. Di çalakiya şervanên azadiyê de gelek wesayit û cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin, êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kirine.

Li gorî agahiyan, komên çete doh bi şev hewl dan êrişî bajarê Hesekê bikin. Çeteyên Şam û Enqereyê li ser rêya Girê Spî (Til Ebyad) bûn hedefa şervanên QSD-YPJ'ê.

Gelek wesayitên çeteyan hatin îmhakirin an jî derb li wan hate xistin. Di heman demê de gelek wesayit û cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên azadiyê.