BI DÎMEN

Dîmenên ku çete êrîşî ser sivîlên Reqayê dikin derket holê

Dîmenên êrîşa çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ku li dijî sivîlên ji Reqayê derdiketin pêk anî bû, hatin bidestxistin.

Roja 18’yê Çileya 2026’an beşek sivîlên li bajarê Reqayê, ji ber êrîşên komên çeteyan hewl dan xwe bigihînin Hesekê. Lê komên çeteyan li gundê Sahab El-Xeyr, êrişî wan kir û ew gulebaran kirin. 

Di dema êrîşê de welatiyekî di nava girseyê de dîmenên êrîşa hovane kişandin. Di dîmen de tê dîtin ku sivîl li ser rê di bin gulebaranê de ne, hinek ketine erdê û hinek jî hewl didin xwe ji guleyan biparêzin.