Dîrektorê SOHR'ê: Enfal û Helebce li Rojava dubare dibe!

Dîrektorê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyra kir ku çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz li herêmên Kurdan ên li Rojava paqijiya etnîkî dikin û got, "Dibe ku Enfal û Helebce li Sûriyeyê dubare bibe."

Dîrektorê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman der barê êriş û komkujiyên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Ramî di daxuyaniya xwe de got; "Komên çekdar ên beredayî ku li rexa hêzên hikumetê şer dikin, li herêmên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê paqijiya etnîkî dikin. Dibe ku Helebce û Enfal carek din li Suriyeyê dubare bibe."