Şêx Murşîd Xeznewî: Ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim

Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê şervanekê YPJ’ê parve kir û wiha nivîsî: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez li Rojava me.”

Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe yê X’ê (medyaya dîjîtal) wêneyê şervanekê YPJ’ê parve kir û bal kişand ser berxwedana Rojava.

Şêx Murşîd Xeznewî di peyama xwe de bal kişand ser Kurdan û berxwedana Rojava. Xeznewî girîngiya parastina destkeftiyên ax û gelê Kurd destnîşan kir û wiha got: 

“Heta guleya dawî ya xwe ez ê li gel şervanên Kurd bim û ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim.”

Şêx Murşîd Xeznewî diyar kir ku parastina Rojava ne tenê peywireke leşkerî ye, di heman demê de peywireke olî û wijdanî ye jî. Xeznewî got ku di van rojên dijwar de gelê xwe bi tenê nahêle û li hemberî hemû êrîşan dê li qadê be.