Pêşengên Rojava li dijî dagirkeriyê rahiştin çekê û berê xwe dan eniyê

Fermandar û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ û Enqereyê rahiştin çekê û berê xwe dan eniya berxwedanê.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di seferberiya giştî de ye, bi hemû pêkhateyên xwe li ber dagirkeriyê radibe. Pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk a dagirker, di eniyên berxwedanê de cihê xwe girtin.

Di demekê êrişên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin de pêşengên şoreşê jî di berxwedanê de cih ê xwe girt.

Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso, Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî rext li xwe kir û di eniyên berxwedanê de cih girt.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ku “peymana teslîmbûnê” ya Şamê red kir, wêneyekê biçek parve kir.