Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî seferberiya giştî bûn
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên doh gihîştin Rojava, diyar kirin ku ew beşdarî seferberiya giştî bûne.
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên doh gihîştin Rojava, diyar kirin ku ew beşdarî seferberiya giştî bûne.
Komek ji ciwanên ji Başûrê Kurdistanê guh dan banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser û doh gihîşt Rojava.
Îro koma ciwanan li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlan daxuyaniyek dan.
Daxuynî bi navê koma ciwanan ji aliyê Gemo Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ciwana tevlîbûna xwe ya serferberiya giştî, ragihandin û diyar kirin ku ew amade ne li dijî êrişên li ser Rojava li kêleka hêzên parstinê şer bikin.