ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mazlûm Ebdî: Ji bo entegresyoneke rastîn û parastina agirbestê dixebitin
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî derbarê civîna li Hewlêrê de wiha got "Em ji bo pêkanîna entegrasyoneke rastîn û parastina agirbesta heyî dixebitin." -
Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesan pêk dihat, qetil kir
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li Reqayê malbateke Kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê, dema xwestin ji Reqayê derkevin, qetil kir. -
Gel tevî hêzên ewlehî û leşkerî di nobetê de ne
Şênî bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re parastina herêmên xwe dikin û dewriyeyan di nava taxan de pêk tînin. -
Çete li Sirînê derbên giran xwarin: Gelek çete hatin kuştin
Şervanên QSD,YPG û YPJ'ê hewldana êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk li derdora bajaroka Sirîn ê Kobanê têk birin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin. -
Koma 7’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava
Di çarçoveya tevlêbûna seferberiya giştî û piştevaniya gelê Rojavayê de koma 7ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê. -
Nesrîn Ebdullah: Gelê Kurd li Kobanê biryara berxwedanê daye
Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyarkir ku gelê Kurd li Kobanê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bide û hişyarî da ku agahiyên li ser amadekariya destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk girtine û ev yek dikare bibe sedema komkujiya bi deh hezaran sivîlan. -
Şandeya DEM Partiyê: Gelê Rojava ne bi tenê ye, em ê di nava piştevaniyê de bin
Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê piştî serdanên xwe yên bi çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê re, daxuyaniyek çapemeniyê da. Şandeyê piştgiriya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman. -
Şêniyên Kobanê li ser sînor banga xwedîderketinê kirin
Şêniyên bajarê Kobanê ji bo pêşwazîkirina gelê Bakurê Kurdistanê hatin ber deriyê sînor û banga xwedîderketinê li her kesî kirin. -
Şandeya Nifşê Nû gihîşt Rojava
Şandeyek ji Tevgera Nifşê Nû ya di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de gihîşt Rojavayê Kurdistanê. -
QSD: Êrîşên çeteyan dewam dikin
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tevî agirbesta 18’ê Çileyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê didomin. -
Mamosteyên Dirbêsiyê bajarên xwe diparêzin
Mamosteyên li bajarê Dirbêsiyê ji bo parastina bajarên xwe çek rakirin û ragihandin ku wê berxwedan bidome. -
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, DAÎŞ û HTŞ’Ê êrîşî bajarokên Çelebiye û Sirîn ên li başûrê Kobanê dikin. Şervanên QSD û YPJ’ê bersiveke tund didin êrîşan. -
Li Amûdê gel li dijî êrîşan bû yek û tevlî seferberiyê bû
Hêzên siyasî, meclîsên herêmî û eşîrên li Amûdê ragihandin ku ew tevlî seferberiya giştî dibin. -
Li Kobanê û bejahiya wê rewşa dawî
Li Kobanê ji ber qutbûna avê rewşa mirovî xirab dibe, çete hîn jî elektrîkê qut dikin. -
Li Kobanê ya dorpêçkirî gel li ser sînor li benda gelê Bakur e
Li Kobanê ya dorpêçkirî, gel li ser sînor li hev kom bû ku pêşwazî li girseya gel a ji Bakurê Kurdistanê bike. -
Rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina êrişên li ser Kurdan bang kirin
Federasyona Rêxistinên Mafên Mirovan a Sûriyeyê li gel bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl, mafên jinan, mafên mirovan ên li Sûriyeyê bang kirin ku dawî li êrişên li ser Kurdan bêne anîn. -
Li Dêrikê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin
Ji Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê bi sedan kesan cenazeyên 5 şehîdên QSD’ê li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê veşartin. -
Ji şervanên QSD'ê ji bo Girtîgeha Eqtanê bang
Şervanên QSD'ê yên ku Girtîgeha Eqtanê diparêzin ku çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne, diyar kirin ku êrişên giran dewam dikin û malzemeyên lojîstîkî jî kêm bûne. -
Heyeta DEM Partiyê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya
Heyeta DEM Partiyê ku hevdîtinên xwe yên li Rojava didomîne, li avahiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rayedaran re civiya. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kirin. -
Li Pirsûsê gel ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, bi hezaran kes li hev kom bûn û ber bi sînorê Kobanê ve dest bi meşê kir ku dorpêçkirî ye. -
Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê: Herêma Xabûr di bin gefeke nû de ye
Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) diyar kir ku li herêma Xabûr a girêdayî wîlayeta Hesekê ya Sûriyeyê gelê Suryanî car din rû bi rûyê gefeke cidî ye û banga lezgîn li civaka navneteweyî kir. -
Hejmara koçberkiriyan zêde dibe
Hejmara koçberên Efrînî-Şehbayî yên ji Tebqa û Reqayê hatin koçberkirin zêde dibe. Pêwîstî bi piştevaniya bi koçberan re heye. -
SOHR: Kobanê bi temamî di bin dorpêçê de ye, trajediyeke mirovî heye
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji bo Kobanê keleha berxwedanê ya di bin dorpêça dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê de ye hişyariya ‘keraseta mirovî’ kir û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir. -
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê: Werin tevlî berxwedana Rojava bibin
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên tevlî seferberiya giştî bûn, bang li ciwanên Kurdistanî hemûyan kirin ku tevlî berxwedana li Rojava bibin. -
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Li eniya Sirrînê şervanên QSD, YPG û YPJ bi tundî bersivê didin êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk. Li gorî agahiyan di encama bersivdanê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin.