QSD: Êrîşên çeteyan dewam dikin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tevî agirbesta 18’ê Çileyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê didomin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ'ê bi tank û topan êrîşên dijwar li dijî gundewarê Kobanê, girtîgeha Eqtan a Reqayê û Hesekê pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tevî agirbestê jî, komên Şamê êrişên li dijî herêmên Kobanê û girtîgeha Eqtan a Reqayê dewam dikin.

Hemwextî êriş û topbaranên li dijî girtîgeha Eqtan a ku tê de endamên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst hene, komên Şamê bi çekên giran û topan êrişî derdora bajarokê Sirînê û gundê Xiros ê başûrê Kobanê dikin. Her wiha tevahî gundewarê başûr û başûrê rojavayê Kobanê tên topbarankirin û heta kêliya amadekirina vê daxuyaniyê topbaran û êriş berdewam in.

Li kêlek vê daxuyaniyê, dîmenên ku wan koman bi xwe parve kirine ku deverên başûrê Kobanê topbaran dikin, hatin parvekirin.

Ev du roj e agirbest tê binpêkirin. Duh jî 22 binpêkirinên ku wan koman li deverên Kobanê, Hesekê û girtîgeha Eqtan kirine hatin belgekirin.

Li gel êrişên leşkerî, Şam siyaseta cezakirina komî bi rêya qutkirina avê ji ser bajarê Kobanê, qedexeya derbaskirina sotemeniyê di vê şert û mercên zivistanê de dewam dike. Di heman demê de qutkirina avê li ser girtîgeha Eqtan a Reqayê dewam dike. Ev jî gefa rasterast li jiyana girtiyan dixwe û nîşaneya bandorên mirovî yên xeternak e.

Şam berpirsa tevahî binpêkirinan e. Em diyar dikin ku berdewama êrişên li dijî deverên şêniyan û avahiyan weke cihên girtina endamên rêxistina DAIŞˊê gefên xeternak in. Em bang li aliyên garantor dikin ku tedbîrên demildest û aktîv ji bo rawestandina van binpêikirinên pêk bînin û pabendbûna peymana agirbestê misoger bikin."