Mazlûm Ebdî: Ji bo entegresyoneke rastîn û parastina agirbestê dixebitin

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî derbarê civîna li Hewlêrê de wiha got "Em ji bo pêkanîna entegrasyoneke rastîn û parastina agirbesta heyî dixebitin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî civîna li Başûrê Kurdistanê ya bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMˊê Admiral Brad Cooper,  peyamek li ser Xˊê da.

Ebdî di peyama xwe de wiha got: "Me hevdîtineke avaker û berhemddar bi nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê CENTCOMˊê Admiral Brad Cooper re li Herêma Kurdistanê-Iraqê pêk anî.

Piştevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û siyaseta serokê Amerîkayê Trump ji proseya agirbestê re, hewldanên nûner Barrack ên vegera li diyalogê û danûstandinên di navbera me û hikumeta Sûriyeyê de ji bo me mijareke cidî, xwedî girîngî û cihê pêşwaziyê ye.

Em ê bi hemû derfetên xwe, bi awayekî cidî, ji bo entegrasyona rastîn û parastina agirbesta heyî bixebitin."