Koma 7’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava

Di çarçoveya tevlêbûna seferberiya giştî û piştevaniya gelê Rojavayê de koma 7ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Îro, koma 7ˊan a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Ji ragihandina seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Kurdistanî li seranserî cîhanê li kolanan in û piştgiriyê didin berxwedana Rojava, QSDˊê û YPJˊê.

Ji çend rojan ve ciwanên Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin ku bi awayekî kom bi kom berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Koma 7ˊan jî ji deriyê Sêmalkayê re derbas bû û ber bi Dêrikê ve ket rê.