Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesan pêk dihat, qetil kir
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li Reqayê malbateke Kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê, dema xwestin ji Reqayê derkevin, qetil kir.
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li Reqayê malbateke Kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê, dema xwestin ji Reqayê derkevin, qetil kir.
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker, malbateke Kurd a ji 5 kesan pêk dihat ya ji gundê Kork ê gundewarê bakurê rojhilatê Kobanê, dema hewl didan ji bajarê Reqayê derkevin, qetil kir.
Dema malbatê hewl da ji hovîtiya çeteyan ji bajarê Reqayê bireve, çeteyan ew înfaz kirin. Li gorî çavkaniyan cenazeyên malbatê li ser rêyan bûn.
Navên ferdên malbatê wiha ne; bav-Mihemed Îsmaîl El Salih, dayik-Sara Şahîn Salih, Yûsif Mihemed Salih, Leyla Mihemed Salih û zarok-Evîn Mihemed Salih.
Çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker, piştî ketina bajarên Reqa û Tebqayê sûc û komkujî li dijî piranî malbatan pêk anîn, bi taybet jî li dijî malbatên Kurd. Ji dest hovîtiya çeteyan malbat bi darê zorê koçber bûn û yên nikarîn bireviyana jî hatin qetilkirin.