Li Kobanê û bejahiya wê rewşa dawî
Li Kobanê ji ber qutbûna avê rewşa mirovî xirab dibe, çete hîn jî elektrîkê qut dikin.
Li Kobanê ji ber qutbûna avê rewşa mirovî xirab dibe, çete hîn jî elektrîkê qut dikin.
Ji ber qutbûna elektrîkê, hemû stasyonên avê li bajarê Kobanê ji xizmetê derketine û li bajêr ava vexwarinê kêm bûye. Çeteyên hikumetê jî êriş û dorpêça li ser herêmê dewam dikin.
Ev rewş, ji ber koçberbûna hejmareke mezin a şêniyên gundên derdorê û kampa koçberan a Til El Simin û kampên Tebqayê ber bi bajarê Kobanî ve, bi awayekî karesatbar xirabtir bûye.
Li gorî amarên sala borî, hijmara şêniyên bajarê Kobanî û gundewarê wê 400 hezar kes e.
Di rewşa heyî de rêvberiyên herêmî li ser projeyek alternatîf dixebitin û hewl didin bîrên nû bikolin û bixebitînin da ku avê peyda bikin.
Hevseroka Rêveberiya Avê li kantona Firatê, Zozan Xelîl ji ANHA’yê re axivî û got, "Krîza heyî bi hezaran sivîlan rojane dixe ber dijwarîyên jiyanê, û tirs hene ku eger çareseriyên lezgîn û domdar neyên dîtin, karesat dê xirabtir bibe."