Li Pirsûsê gel ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, bi hezaran kes li hev kom bûn û ber bi sînorê Kobanê ve dest bi meşê kir ku dorpêçkirî ye.
Li navçeya Pirsûs a Rihayê, bi hezaran kes li hev kom bûn û ber bi sînorê Kobanê ve dest bi meşê kir ku dorpêçkirî ye.
Meşê bi pêşengiya Platforma Saziyan a Demokratîk ji Qada Cûmhûriyetê destpê kir. Nûnerên DEM Partî, DBP, HDK, ESP, TOP, EHP, SYKP, EMEP, Partiya Çep Kesk (YSP), KESK, Federasyona Elewî Bektaşî, Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Çandê û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
Di meşê de wêneyên Ziyad Heleb û şervanên din ên li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûn hate hildan. Girseya gel tim û tim dirûşmên 'Bijî Berxwedana Rojava', 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd Namirin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriya.